LI KANTONA MINBICÊ PANELEK LI SER SÎSTEMA HEVSEROKATIYÊ HATE LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Nivîsgeha Perwerdeyê ya kantona Minbicê, paneleke diyalogê di bin dirûşmeya “Sîstema Hevserokatiyê li ser bingehê rêveberî, hişmendiya azadî û demokrasiyê pêk tê” li dar xist.

endamên Meclîsa Rêveber, Meclîsa Gelan a kantona Minbicê û hevserokên deste û nivîsgehan beşdarî panelê bûn.

Di panelê de mijarên ku li ser koka dîrokî ya têgeha heserokatiyê û sîstema hevserokatiyê di navbera teorî û pratîkê de, hatin gotubêjkirin.

Panel bi vekirina deriyê pirs û diyalogê li ser têgeha sîstema hevserokatiyê û asta serkeftina wê, astengiyên ku pê re rû bi rû maye û dîtina çareyan ji wan re bi dawî bû.

Share This Article