Desteya jîngehê ya kantona cizîrê îro bi daxuyaniyekê raghand ku ji bo rêgirtina li ber belavbûna qirêjiya çemê Ceqceqê, dê bendavekê ava bike.
Di daxuyaniya Desteyê de hate gotin, ji ber dewleta Tirk a dagirker xetên kanalîzasyonê avêtiye ser çemê Ceqceq, êdî ava wê qirêj bûye û nabe were bikaranîn.
Gelek xelkên herêmê ji ber kêmbûna avê neçar dimînin ku bi ava çemê Ceqceq zeviyên xwe av bidin.
Desteya Jîngehê diyar kir ku ew ê bendavên ji ax û kevirin deynin da ku qirêjiya çem belavnebe û nehêlin xelk zeviyên xwe bi ava Ceqceq avbidin.
her wiha desteyê tekez kir ku ewê nehêlin sebzeyên ku bi ava çemê ceqceq hatine avdan dakevin bazarên herêmê.
Desteya jîngehê ya kantona cizîrê di dawiyê de got, Kesên pabendiyê bi van biryaran nekin, dê werin cezakirin.
