Bi nêzîkbûna salvegera rizgarkirina bajarê Reqayê ji destê Çeteyên DAIŞ ê, Şervanekî QSD ê behsa Hûrguliyên Rizgarkirina bajêr kir..
Her wiha şervanê QSD ê got ku bi saya Rêveberiya Xweser armî û Ewlehî li bajarê Reqayê vegeriya..
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi hevkariya hevpeymaniya Navneteweyî, 17’ê Cotmeha 2017’an bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir.
Pêngava rizgarkirinê 66 rojan dewam kir û QSD’ê di 20’ê heman mehê de rizgarkirina Reqayê ragihand.
Xelef El- Xemîs xebatên hevbeş ên saziyên Rêveberiya Xweser ên ji bo jinûve avakirina bajarê Reqayê nirxand.
Piştî ku QSD`ê paytexta xîlafeta DAIŞ’ê hilwşenad, dewleta Tirk a dagirker şaneyên DAIŞ’ê xistin tevgerê.
Şervanê Hêzên Sûriyaya Demokratîk QSD ê Xelef El- Xemîs bang li gelên herêmê kir ku tevlî nava Refên Hêzên Sûriyaya Demokratîk bibin da ku Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Êrîşan biparêzin..
