NAVENDA VENÊRÎNA CIVAKÎ YA REQAYÊ DEST BI PERWERDEYA 7’MÎN PROJEYA PÎŞEYÎ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Navenda Venêrîna Civakî ya girêdayî desteya Karûbarên Civakî a kantona Reqayê, bi hevkariya rêxistinên li herêmê dixebitin; Projeyek ji bo malbatên ku ji kampa Holê vedigerin, dest pê kir .

Di vê projeya dawî de, beşdar li ser çawaniya çêkirina tevn, penîr û mast tên perwerdekirin .

Ev projeya heftemîn e ku navenda lênêrîna civakî a kantona Reqayê ji dema vekirina xwe ve pê radibe.

Navenda Venerîna Civakî tekez dike ku armanca van çalakiyan xurtkirina jinan di warê aborî û civakî de û afirandina jîngeheke ewle û aram e.

Share This Article