Dayikên bajarê kobanê ku ji bo piştgiriya şervanên QSD xwarinê amade dikin dibêjin: heta dilopek xwîn di canê wan de hebe ew ê li pişta QSD’ê bin
Zêdetirî mehekê ye dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran û balafiran bendava tişrîn û pira qereqozaqê her wiha gundewarên kobanê topebaran û bombebaran dike.
Lê ev êrîş rastî berxwedaneke bê hempa ya gel û şervanên hêzên sûriya demokratîk QSD tên.
Dayikên bajarê kobanê ji bo piştgiriya şervanên QSD xwarinê amade dikin û dibêjin: heta dilopek xwîn di canê wan de hebe ew ê li pişta QSD’ê bin
Dayikan di nava axaftinên xwe de anîn ziman ku, divê her kes li gorî derfeta xwe piştgiriya şervanên QSD bike.
li hember êrîşên dewleta tirk a dagirker, gelê herêma bakur û rojhilatê sûriyê di nava şerê gelê şoreşgerî de ne û bi rêbazên cuda piştgiriya xwe ji QSD’ê re radighînin.
