TUNDIYA LI DIJÎ JIN Û TÊKOŞÎNA JI BO RÊGIRIYA LI BER TUNDIYÊ

Rojava Tv
1 Min Read

li seranserî cîhanê heta roja me ya îroj tundî li bi cûreyên xwe li dijî jinê tê meşandin.

tevî ku şoreşa 19’ê tîrmehê bi pêşengiya jin destpêkir û mafê jinan di tevahî qadan de bidest xistiye, lê heta niha jî li herêmê tundî li dijî jinan tê kirin.

jinê herêmê jî li hember van kiryaran bêdeng nemane û li gel rêxistinên jinan her ji bo azadiya jin û rêgiriya li dijî tundiyê têdikoşin.

Endama Mala Jin Nîzam Nûrî Xelîl kiryarên derheqê jinan şermezarkir û got wê têkoşîna ji bo parastina mafê jinan dewam bike.

Rêvebera Komeleya Mafê Mirovan Evîn Cuma jî got, di demên dawiyê de kiryarên derheqê jinan de zêde bûne û diyar kir ku ew tevahî binpêkirin û sûcên li dijî jinan belge dikin.

li dijî tundiyê û ji bo hişyarkirina civakê, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan kampanyayek bi dirûşma “Îstîsmara cinsî sûc e… tu jî nebe hevkarê veşartina wê” da destpêkiriye.

Share This Article