Rêveberiya Avê ya kantona Firatê ji bo dabînkirina avê li bajarê Kobanî kar û xebateke mezin dide meşandin û di nava hewldanan de ye.
Roja 17’ê Tebaxê Rêveberiya Avê dest bi cîbicîkirina pirojeya gihandina avê bo bajarê nû yê pîşesazî yê Kobanî, bi armanca dabînkirina avê di nav bajêr de û piştgiriya geşepêdana pîşesazî kir.
Rêveberiya Avê diyar kir ku wan dest bi xebatên pêwîst, wek kolandin û amadekariyên qonaxa yekem a destpêkirina projê ye kiriye.
rêveberiya avê destnîşan kir ku şebekeyên avê li bajarekî pîşesazî bi 600 metreyan wê were firehkirin, piştî wê dê depoyeke bilind were çêkirin ku avê bigihîne bajêr.
rêveberiya Avê ya kantona Firatê da zanîn ku 17 pirojeyên wan hatine qebûkirin, ev proje jî di çarçoveya dabînkirina avê û pêşxistina pîşesazî li kantonê ye.
