9’EMÎN PÊŞANGEHA PIRTÛKAN A ŞEHÎD HEREKOL LI BAJARÊ QAMIŞLO DEST PÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Xwendin yek ji rêbazên herî girîng ji bo pêşvebirina civakan ber bi zanîn û pêşketinê ve ye. Ew ne tenê rêbazek bihûrîna deme ye; lê belê, ew kiryarek çandî ye ku hişmendiya civakî vejîn dike û hiş xwe bi zanîn û têgihiştinê xwedî dike.

Bi baweriya vê gotinê, Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê salane Pêşangeha Herekol a Pirtûkan li dar dixe. Îsal pêşangeh di dewreya xwe ya 9’emîn de; di bin diruşma ‘Pirtûk Kilîda Şaristaniyê ye” li Parka Azadî ya bajarê Qamişlo bi rê ve diçe.

Ji bo bêtir agahî li ser vê çalakiyê, Rojava TV serdana pêşangehê kir û ji Hevserokê Desteya Çandê ya kantona Cizîrê “Ilyas Sîdo” hûrgiliyên têkildarî pêşangehê wergirt.

Xwediyên weşanxaneyan piştrast kirin ku zêdebûna beşdarbûna pêşangehê her sal, asta hezkirin û girêdana xwendevanan bi pirtûkan, û bi taybetî jî bi xwendina bi zimanê dayikê nîşan dide.

Pêşangeha 9’mîn a Pirtûkan wê 7 rojan li parka Azadî ya bajarê Qamişlo dewam bike. Li gor bernameya pêşangehê, dê di heyama van rojan de, gurzek ji semîner, panel û pêşkêşiyên hunerî jî bên lidarxistin.

Share This Article