BI HEZARAN WELATIYÊN HESEKÊ, TIL TEMIR, DIRBÊSIYÊ Û HOLÊ 19’Ê TÎRMEHÊ PÎROZ KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Di rêze şahiyên salvegera şoreşa rojavayê kurdistanê de li bajarê Hesekê jî bi hezaran welatî li hev kom bûn û bi heyecaneke mezin 19’ê Tîrmehê pîroz kirin.
Şahî bi beşdariya welatiyên bajarên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê û Holê li parka 4’ê Nîsanê hat sazkirin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê hunermend Şerîf Omerî bi rêzestranên xwe şahî da destpêkirin.
Piştre Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Foza Yûsif axivî û salvegera 13’emîn a şoreşa rojavayê kurdistanê li tevahî pêkhateyên herêm û cîhanî pîroz kir û anî ziman ku Şoreşa rojava bi fikr û felsefeya rêber apo hat destpêkirin.
Şahî bi gerandina govendê û gotina sitranan bi dawî bû.

Share This Article