AMADEKARIYA LIDARXISTINA KONFIRANSA KOMÎNAN TÊ KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi armanca amadekirina Konferasna Komînan ku dê li ser asta kantona Cizîrê were li dar xistin, îro li bajarê Qamişlo civînek hat li dar xist.
Di civînê de hate gotin ku bi riya karê komînan, projeya netewa demokratîk ya ku rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, dikare li her derê were serwerkirin.

Bi armanca lidarxistina Konferasna Komînan a li ser asta kantona Cizîrê, amadekarî tên kirin.

Meclis û Komînên Taxa Kornîş a bajarê Qamişlo, îro ji bo amadekariya konferansê civînek berfireh li dar xistin.

endamên meclisa malbatên şehîdan, PYD , meclisa bajar û tevahî hevserokên komînan yên taxa kornîş tevlî civînê bûn.

Di civînê de piştî deqeyek rêzgirtin, hate gotin ku armanca lidarxistina civînan, xutkirina girêdana gel bi komîn û meclîsa ye.

Her di civînê de beşdaran diyar kirin ku ew bi riya karê komînan, dikarin projeya netewa demokratîk li her derê serwer bikin.

Di civîna amadekar a lidarxistina konferansa komînan de, beşdaran xurtkiririna sîstema komînana û çawaniya birêvebirina kar û xebatên wê hatin nîqaş kirin.

Share This Article