PARTIYA KESK A DEMOKRAT JI BO 25’Ê MIJDARÊ LI HESEKÊ KOMXEBATEK LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Di bin sirûşmeya “Bi hev re ji bo bidawîkirina şidetê, em civakek demokratîk a komunal ava bikin” Partiya Kesk a Demokrat ji bo 25’ê mijdarê komxebatek li Hesekê li dar xist.

Di komxebatê de hejmarek ji jinan û rêxistinên sivîl beşdar bûn.

Di komxebatê de li ser awayên tundûtûjiya ku jin pê re rû bi rû dimînin û mekanîzmayên rûbirûbûna wê nîqaş kirin, her wiha tekezî li ser rola civaka demokratîk di xurtkirina nirxên azadî û wekheviyê de hat kirin.

Beşdaran jî di dawiya komxebatê de tekez kirin ku pêwîst e kampanyayên hişyarkirinê berfirehtir bibin, rola jinan di jiyana siyasî û civakî de were bilindkirin.

Share This Article