Nivîskar Şîlan Ehmed pirtûka xwe ya bi navê “Rêwiyên Azadiyê” ku tê de behsa serpêhatî, hemû cureyên êrişan, serkeftin û destkeftiyan de vedibêje, îmze kir.
Nivîskar Şîlan Ehmed di çaroveya kampanyaya “Em hemû YPJ‘ê ne.. YPJ‘ê hebûna me ye” de bi çalakiyekê ku li Bexçeyê Xwendinê yê li Qamişloyê hate lidarxistin de pirtûka xwe îmze kir.
Piştî deqeya rêzgirtinê Nivîskar Şîlan Ehmed axivî û bixêrhatina malbatên hazir kir û got: “Divê em bi hev re jî hebûna YPJ biparêzin, ji ber ku YPJ hişt ku em bighêjin gelek destkeftiyan.”
Di çalakiyê de malbatên ji Cizîrê, nûnerên ji YPJ, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), rojnamevan, nivîskar, rewşenbîr û rêhevalên Nivîskar Şîlan Ehmed amade bûn.
