LI QAMIŞLO FESTÎVALA YEKEMÎN A HELBESTÊ DEST PÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê bi dirûşma “Helbest Stêrka Wêjeyê ye” festîvala yekemîn a Helbestê li Qamişlo dest pê kir.
Festîval bi beşdarbiya ,helbestvan, hunermend, rewşenbîr, nûnerên TEV-DEM siyasatmedar û Endamên Rêveberiya Xweser li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişloyê li destpêkir.
di festîvalê de axavtin hatin kirin û têde hate diyar kirin ku lidarxistina festîvalê xwedî wateyeke pir girîng e û tê wateya xwedîderketina gelê kurd li çand û zimanê xwe ye.
Her di festîvalê de helbest bi zimanê kurdî û erbeî hatin xwendin her wiha stran û şano jî hatin pêşandan.
dê festîval sê rojan dewam bike û wê 70 helbestvanên Kantona Cizîrê bikevin pêşbirkê û di dawiyê de wê 6 helbestvan werin xelat kirin.

Share This Article