Bi sedan xelkên bajarê Dirbêsiyê cenazeyên du şervanên komandos Şehîd Mezlûm Dirbêsiyê û ferhad Dirbêsiyê li goristana şehîd Rûstem Cûdî oxir kirin.
Merasîm bi beşdariya xelkên Dirbêsiyê, endam û rêveberên Rêveberiya xweser, malbatên şehîdan, saziyên sivîl û leşkerî hat lidarxistin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, Piştre axaftin li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û Hêzên Leşkerî hat kirin.
Axêveran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan dan.
Piştre wesîqeya herdu şehîdan hat xwendin û radestî malbatên şehîdan kirin.
di dawiya merasîman de beşdaran cenazeyê herdu pakrawanan oxirkirin.
