MALBATÊN DÎLGIRTIYAN DAXWAZA SERBESTBERDANA ZAROKÊN XWE KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Malbatên dîlgirtiyan ên li bajarê Qamişloyê, bi çalakiyekê daxwaza serbestberdana zarokên xwe kirin.

Gelek malbatên şervanên QSD’ê û sivîlên ku ji hêla hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve hatine dîlgirtin û hîna nehatine berdan, çalakiyeke protestokirinê li dar xist.

Malbatan bi rakirina wêneyên zarokên xwe û daxwaza serbestberdana wan li Çerxerêya Osman Sebrî ya Qamişlo çalakî li dar xist.

Di çalakiyê de sloganên “Em êsîrên xwe dixwazin” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey êsîr” berz kirin.

Di çarçoveya Peymana 29`ê Çileyê de, hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê 800 dîlgirtî û QSD`ê jî 491 dîlgirtî bi hev guhertine.

Share This Article