Piştî hilweşîna Rêjîma Baas a berê û hatine hikumeta Veguhêz ya bi serpereşiya Ehmed El Şeri, aloziyên Sûriyê ji berê kurtir bûn.
Çekdarên hikumeta Veguhêz êrîşên qirkirin û tunekirinê li dijî pêhateyan kirin, bi taybet li dijî pêkhateyên Elewî û Durzî.
Malbatek Elewî ji Humsê dema rastî van kiryarên hovane hat, neçar ma ku koçber bibe û berê xwe bide bajarê Kobanê ya herêma bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Zarokên vê malbatê jî, ji bo berdewamkirina xwendina xwe, cihê xwe di nava dibistanên Rêveberiya Xweser de girtin.
Zarokê bi navê Leyth Cemal ji Rojava Tv re axivî û diyar kir ku ew bi fêrbûna bi zimanê Kurdî û xwendina xwe di dibistanên Rêveberiya Xweser de pir kêf xweş e.
Dayika Leyth Cemal jî dibêje, ez bi tirs bûm ku lawikê min di nava dibistanê de tevnegere, lê mamoste û rêveberiya dibistanê bi lawikê min re gelekî alîkar bûn.
Ji dema destpêkirina êrîşên li dijî Elewiyan ên li Hums û peravê Sûriyê, şêniyên wan herêman koçberî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn û cihê xwe di nava gelê herêmê de girtin.
