Bi daxwaza Azadiya Fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya Pêngava Cîhanî, Tevgera Ciwanên Şoreşger li kantona Kobanê meşek meşeleyî lidarxist.
Meş ji qada Ş.Egîd dest pê kir û li parka 19’ê Tîrmehê veguherî mîtîngê.
Deqeyek rêz ji bo giyanên şehîdan hat girtin û piştre bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Firatê Hîlal Elî axivî.
Hîlal Elî got: “di dema niha de 74 dewlet çalakiyan ji bo azadiya Rêber Apo lidar dixin, em jî weke ciwanên Kobanê Piştgiriya vê pêngavê heta azadiya Rêber Abdullah Ocalan dikin”.
TEVGERA CIWANÊN ŞOREŞGER LI KOBANÊ PIŞTGIRIYA PÊNGAVA JI BO AZADIYA RÊBER APO KIR
