Navenda Çand û Huner ya kantona Reqayê bi daxuyaniyekê êrîşên li dijî Şehba, Heleb û Til Rifatê şermezar kir û got, ev êrîş dibin sedema koçberbûna gel.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, dewleta Tirk a dagirker hewl dide çanda gelê herêmê qir bike.
Her wiha hate gotin, Di van rojan de tevahî Sûriye û herêmên me di rewşeke xeter û metirsîdar re derbas dibin.
Navenda Çand û Hunerê di dawiyê de bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên mafên mirovan kir ku di vê rewşa xeternak de, ji bêdengiya xwe derkevin û li dijî siyasetên dewleta Tirk û çeteyên wê bibin xwedî helwest.
ÇAND Û HUNERA REQAYÊ: ARMANCA DEWLETA TIRK KOÇBERKIRINA GEL E
