XELKÊN QAMIŞLO BANGA SIVIKKIRINA ALOZIYA TRAFÎKÊ KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Xelkê bajarê Qamişlo gazinan ji zêdebûna hejmara otomobîlên li bajêr dikin, ku ev yek jî dibe sedema krîzeke trafîkê û bandoreke neyînî li ser tenduristiyê jî dike.
Pirsgirêk çi ne؟ em ê bi hev re di vê raporê de nas bikin.

Bajarê Qamişlo ji ber hejmara zêde ya erebeyan rûbirûyî qeyranekê bûye, her weha dibe şahidê gelek qezayan û zêdebûna rêjeya qirêjiya hewayê.

Ji aliyekî din ve şênî gilî ji derengketina çûnûhatinê dikin û ajokar jî ji zêdebûna xerckirina sotemeniyê gazinan dikin.

Di vê derbarê de Rojava TV nêrînên welatiyan wergirtin. Welatî ji rêveberiyê daxwaza sererastkirina dema çûna otomobîlan dikin.

Her wiha welatiyan daxwaza pêwîstiya qedexkirina diyardeya rawestana otomobîlan li ser peyarêyan û vekirina cihê derbasbûna welatiyan kirin.Qamîşlo yek ji bajarên girîng ên bazirganî û pîşesazî li kantona Cizîrê ye, ji ber wê rastî krîzeke mezin a erebeyan tê.

Her weha plansaziya bajarî ya kevin û rêyên teng faktoreke zêde di krîza trafîkê de ye.

Share This Article