Encumena Malbatên Şehîdan a bajarê Reqayê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û got, dewleta tirk berxwedana gelê herêmê ji xwe re xeterî dibîne.
Encumenê di daxuyaniya xwe de got, Dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên hovane û hedefgirtina binesaziya herêmê dixwaze vîna gel bişkîne her wiha destkeftiyên şoreşa Rojava têk bibe.
Encumena Malbatên Şehîdan bang li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li dijî êrîşên qirkirinê berxwedana xwe bilind bikin, ji ber ku dewleta tirk berxwedana
