Berdevkê Rêveberiya Xweser Luqman Ehmê dibêje, materyalên hikûmeta Şamê dîrok û destkeftiyên gelê Kurd înkar dike û ji Kurdan dipirse û dibêje, hûn qebûl dikin rastiya we bê înkarkirin.
Ehmê her wiha dide zanîn ku ew ji bo pêşxistina asta zanistî amade ne her tiştî bikin.
Ev heyama du hefteyan e sala xwendinê ya nû li herêmên Rêveberiya Xweser dest pê kiriye û di sîstema Rêveberiya Xweser de her pêkhateyek bi zimanê xwe yê zikmakî dixwîne.
Herçend e sîstema perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser rastî propaganda û êrîşên reşkirinê tê jî, lê deste di geşepêdan û pêşxistina qada perwerdeyê de karekî girîng dimeşîne.
Têkildarî mijarê berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Ehmê ji Rojava TV re axivî.
Luqman Ehmê dibêje materyalên Rêveberiya Xweser rastî û reseniya hebûna gelê Sûriyê derdixe pêş.
Luqman Ehmê dide zanîn ku minhacên hikûmeta Şamê hebûna Kurdan înakr dike.
Ehmê dibêje deriyê wan ji bo nîqaşan jî her dem vekiriye û ji bo pêşxistina asta zanistî ew amade ne her tiştî bikin.
Di dawiyê de Luqman Ehmê bang li malbatan kir ku zarokên xwe bişînin dibistanên Rêveberiya Xweser.
