BI TEVLÎBÛNA FERMANDARÊ GIŞTÎ YÊ QSD’Ê CIVÎNA RÛSPIYAN LI HESEKÊ HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi tevlîbûna fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, Meclisa Rûspiyan a Hesekê û Desteya Rûspiyan civîneke berfireh li Hesekê li dar xist.

Di bin dirûşma “Em bi hev re civaka xwe biparêzin û mil bi mil ber bi yekitî û îstîqrara Sûriyeyê ve.. Aştiya navxweyî berpirsyariya me hemûyan e, gotina me yek e, ewlehiya me yek e.. na ji provokasyonan û na ji gotinên nefretê re” civîn li Hola Şeto li dar ket.

Di civînê de Fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, nûnerên eşîrên Kurd, Ereb û yên pêkhateyên din, saziyên çandî û civakî û partiyên siyasî beşdar bûn.

Share This Article