Hejmarek xwendekarên peymangeha Bilind a Ragihandinê ya Zanîngeha Rojava projeyên xwe ya Derçûnê pêşkêş kirin.
Îro li zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo, xwendekarên peymangeha Bilind a Ragihandinê dest bi pêşkêşkirina projeyên xwe yên derçûnê kir.
Xwendekar piştî qedandina 3 salan ji xwendinê îro berhema keda xwe li ser dika zanîngehê pêşkêşkirin.
Heval û malbatên xwendekaran her wiha mamosteyên wan li hola Zanîngeha Rojava beşdarî pêşkêşkirina projeyan bûn.
Xwendekarên peymangehê ku projeyên xwe pêşkêş kir ji Rojava Tv re behsa kêfxweşiya xwe bi bidawîkirina xwendina xwe kirin.
Mamosteyan jî behsa serenav û naverokên projeyên xwendekaran ên ku hatin pêşkêşkirin, kir.
