ŞÊNIYÊN REQAYÊ BANGA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER OCALAN KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi sedan şêniyên bajarê Reqayê îro ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşek lidarxistin û soza berdewamkirina têkoşînê kirin.

Meş ji pêşiya Nexweşxaneya Zarokan a Reqayê bi beşdariya şêniyan, endamên Encumena sivîl û leşkerî, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl dest pê kir.

Beşdarên mşê diruşmênên “Bê serokê jiyana nabe” û “Bijî biratiya gelan” berzkirin.

Meş li Qada Jinê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de daxuyaniyek hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku wê tecrîd nikaribe gel ji felsefeya Rêber APo qut bike her wiha soza berdewamkirina têkoşînê heta azadiya Rêber Ocalan hat dayîn.

Share This Article