KOORDÎNASYONA JIN JI BO NÎQAŞKIRINA TÊKOŞÎNA JINAN KOMXEBATEK LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Ji bo nîqaşkirina têkoşîna jinan di nava pergala Rêveberiya Xweser de, koordînasyona jin ya kantona Cizîrê komxebatek li bajarê Qamişlo li dar xist.
Di komxebatê de bandorên civakî yên li ser xebatên jinan û rola jinan ya di nava Rêveberiya Xweser de hatin nîqaşkirin.

Koordînasyona Jin ya kantona Cizîrê bi sernavê xurtkirina têkoşîna jinan di nava Rêveberiya Xweser de komxebatek li bajarê Qamişlo li dar xist.

Bi dehan jinên ji nûnerên sazî, rêxistin, partiyên siyasî û çalakvanên civaka sivîl tevlî komxebatê bûn.

Komxebat li ser du beşan hate sazkirin û tê de her yek ji mijarên bandorên civakî yên li ser xebatên jinan û rola jinan ya di nava Rêveberiya Xweser de hatin nîqaşkirin.

Beşdarên komxebatê diyar kirin ku di pêşxistina pergala Rêveberiya Xweser û civakê de, jin xwedî roleke sereke û giring in.

Komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû û tê de tekezî li ser vekirina perwerdeyan hate kirin. Her wiha xurtkirina aboriya jin û şopandina qanûnên jinan ji giringtirîn xalên encamnameyê bûn.

Share This Article