ŞÊNIYÊN QAMIŞLO BI KOMCIVÎNEKÊ KONGREYA LI ŞAMÊ ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Insiyatîfa Gel îro ji bo şermezarkirina lidarxistina qaşo kongreya niştîmanî ya li Şamê û paşguhkirina mafên kurdan xwepêşandanek li dar xist.

Di xwepêşandanê de hemû sazî û dezgehên rêveberiya xweser, partiyên siyasî û kongra strar beşdar bûn.

li ser navê kongra star axaftin hat kirin û hat diyarkirin ku kongreya li şamê paşguhkirina kurda ye û li dijî bercewendiyên gelê sûriyê ye.

Piştî axaftinan daxuyaniyek hat xwendin, tê de hat gotin ku desthilata şamê li dijî demokrasiyê dimeşe, her wiha kesên ku di kongreyê de amade bûn nûnertiya tevahî pêkhateyan nakin.

Di dawiyê de bang li hemû aliyên siyasî û civakî hat kirin ku li mafên xwe xwedî derkevin û nêrînên xwe bidin.

Share This Article