Xebatkar û hevserokên Rêveberiya Xweser ya kantona Firatê berê xwe dan ser sînorê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de û sekna gelê Bakurê Kurdistanê ya li gel Rojava silav kirin.
Beşdarên çalakiyê piştrast kirin ku dagirkeran ti carî bi danîna sînoran nekarîne dil û mejiyê gelê Kurd ji hev qut bikin.
Sînorê di navbera Pirsûs û Kobanê de careke din bi rihê berxwedan sala 2014’an de xeml û coşa xwe dide der.
Xebatkar û hevserokên Rêveberiya Xweser ya kantona Firatê berê xwe dan ser sînor û sekna gelê Bakurê Kurdistanê ya li gel Rojava silav kirin.
Rêveberiya Xweser li ser sînor gotarek pêşkêş kir û got, Rojava û Bakur yek gel e û yek doz e.
Beşdarên çalakiyê piştrast kirin ku dagirkeran ti carî bi danîna sînoran nekarîne dil û mejiyê gelê Kurd ji hev qut bikin.
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên Kurdistan yek welat e û çawa ku daiş di Kobanê de hate têkbirin, dê dewleta Tirk jî were têkbirin, bi dawî bû.
