NEXWEŞXANEYA AVRÎN BANGA BIDAWÎKIRINA DORPÊÇA LI SER ŞEHBAYÊ KIR 

Rojava Tv
1 Min Read

Nexweşxaneya Avrîn a li Şehbayê îro bi daxuyaniyekê ragihnd ku dorpêça hikumeta Şamê û qutbûna sotemeniyê, dê bandorek mezin li dermankirina nexweşên di nexwexaneyê de bike.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Tevî hebûna bi hezaran koçberên Efrînê li herêmê, lê siyasetên qirkirinê li dijî koçberan tên meşandin û rê li ber dabînkirina pêdiviyên sereke tê girtin.

Nexweşxaneyê raghand ku Di encama dorpêçê de mazot û derman hatine qutkirin, ev yek  jî dê bandoreke mezin li dermankirina nexweşên di nexwexaneyê de bike.

Nexweşxaneya Avrîn bang li civaka navnetewî û rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku zextekê li hikumeta şamê bikin û dawî li dorpêça giran ku jiyana bi hezaran kesî dixe metirsiyê bînin.

Naxweşxaniya Avrîn nexweşxaneya tekane ku xizmetên dermankirinê dide koçberên Efrînê ku li kantona Şehba ji nêzî 5 salan ve dimînin.

Share This Article