MAZLÛM EBDÎ LI SER EWLEHIYA KOBANÊ BI FERMANDARÊ HELEBÊ RE CIVIYA

Rojava Tv
1 Min Read

Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî bi Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Parêzgeha Helebê re civiya û mekanîzmayên serxistina proseya entegrasyonê nîqaş kir.

Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî doh li bajarê Kobanê bi Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Parêzgeha Helebê Mihemed Ebdulxenî re civiya.

Di civînê de rêbazên xurtkirina ewlehî, aramî, parastina şêniyan, mekanîzmayên serxistina proseya entegrasyonê di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de hatin nîqaşkirin ku hewldaên ewlehî û birêxistinkirina xebata saziyan li parêzgehê xurt dike.

Her wiha her du aliyan bal kişand ser girîngiya hevrêziya hevbeş û xebata bi ruhê berpirsiyariyê ji bo parastina ewlehî û aramiya Kobanê û gundên wê.

Share This Article