Bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanî Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê, li Qamişlo daxuyaniyek da.
Însiyatîfê di daxuyaniyê de got ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan bangeke dîrokî ye û xwestekeke rast a ji bo aştî û demokrasiyê ye.
Însiyatîfê da xuyakirin ku Dewleta Tirk heta niha gavên pratîk neavêtine, ev rewş dibe sedem ku derfetên aştiyê hêdî hêdî winda bibin.
Di daxuyaniyê de însiyatîfê bang li hemû rêxistin û dezgehên mafê mirovan kir ku Domadina siyaseta înkarkirinê xetereyeke rastîn a li ser aştî û ewlehiya herêmê ye, Ji bo destpêkirina pêvajoyeke siyasî ya aştiyane dan û standina bi Rêber Abdullah Ocalan re gaveke pêwîst e.
