Xwendekaran li Qamişlo li pêşiya avahiya Komîseriya NY`ê ji bo redkirina biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz dest bi çalakiya konvedanê kir
Çalakiya konvedanê bi dirûşma “Em mafê perwerdeya bi kurdî dixwazin” hatiye destpêkirin.
Di çalakiyê de xwendekaran pankartên “Zimanê me hebûna me ye”, “Ziman isbata nasnameya gelan e” û “Zimanê me nasname û dîroka me ye” rakirin.
Di daxuyaniya xwendekaran de hat diyarkirin ku ji dema derketina vê biryarê de heta niha xwendekar rastî lêdanê tên û rê nayê dayîn ku di hundirê dibistanan de bi kurdî biaxivin.
Tê payîn ku çalakî bi beşdariya xwendekaran 2 rojan berdewam bike.
