ÎRO 127 SAL LI SER ROJA ROJNAMEGERIYA KURDÎ RE DERBAS DIBE

Rojava Tv
1 Min Read

127 salên berê yekemîn rojnameya Kurdî ya bi navê rojnameya Kurdistanê hate çapkirin.

Di salvegera roja rojnamegeriya kurdî de rojnamevanên herêmê anîn ziman ku 22’ê Nîsanê bû sitûn û bingeheke sereke ji ragihandina kurdî re.

Îro roja bîranîna derketina rojnameya pêşîn a kurdî ya bi navê Kurdistan e.

Rojnameya Kurdistan di 22’ê nîsana 1898’an de, yekem car li paytexta Misirê Qahîreyê hate çapkirin.

Ji wê demê ve 22’ê Nîsanê wekî Roja Rojnamegeriya Kurdî hate destnîşankirin û ev roj tê pîrozkirin.

Rojnamevanên herêmê diyar kirin ku 22’ê nîsanê bû sitûn û bingeheke sereke ji ragihandina kurdî re û îro bi saya rojnameya kurdistanê, rojnamevanên herêmê têkoşîna gel ji raya giştî re radigihînin.

Her wiha rojnamevanan tekez kirin ku şoreşa Rojava fersendek da wan ku keda salan a rojnamegriya kurdî biparêzin û xwedî li doz û dengê kurdan derkevin.

Li ser şopa Rojnameya Kurdistan, Serxwebûn, Berxwedan, MED TV û Roj TV’yê îro li Rojavayê Kurdistanê artêşeke pisporane ya rojnamevanên Kurd hatiye avakirin û di her demê de dibin deng û rengê şoreşê.

Share This Article