Sendîkaya Mamosteyan li Hesekê ji bo nîqaşkirina rewşa heyî û pêşeroja perwerdehiya bi zimanê Kurdî li Sûriyeyê rûniştineke diyalogê li dar xist.
Rûniştinê çend mijarên sereke nîqaş kir, bi taybet veguherîna zimanê Kurdî ji mafekî çandî bo mafekî perwerdehiyê, pêdiviyên perwerdehiya bi zimanê Kurdî û modelên perwerdehiyê yên ku dikarin li Sûriyeyê werin bicîhkirin.
Beşdaran modelên navneteweyî yên perwerdehiya bi zimanê dayikê û rêbazên garantîkirina mafê xwendekaran ji bo fêrbûna bi zimanê xwe nîqaş kirin.
Rûniştin bi hejmarek encaman bi dawî bû, di nav de vekirina diyalog û danûstandinekê bi Wezareta Perwerdehiyê re ji bo biryarên têkildarî perwerdehiya bi zimanê Kurdî de û guhdarîkirina daxwazên mamoste, xwendekar û dêûbavan, û ji nû ve nirxandina biryara heyî.
