Însiyatîfa Gel a Bajarê Qamişlo ji bo redkirina bilindkirina buhayên sotemeniyê ji hêla hikumeta veguhêz a Sûriyeyê di bin dirûşma “Na ji siyasetên birçîkirinê re” meşek li dar xist.
Xwepêşanderan li Qada Çerxerêya Şehîdan daxuyaniyek dan û gotin: “Herêma Cizîrê herêmeke bi xêr û bêr e, li herêmê neft, genim, av û hemû pêdiviyên jiyanê hene, lê îro bê kehrebe, kar û nan tê hiştin.
Her di daxuyaniyê de hat gotin ku îradeya gel ji hemû biryaran xurttir e.
Piştî bidawîkirina xwepêşandanê, komîteyeke şêniyan daxwazên xwe pêşkêşî gerînendeya herêma Qamişloyê Cîhan Hesam kirin.

