Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji kamîreya Rojava TV re tekez kirin ku berxwedana lehengî ya li bendava Tişrînê berxwedanek ji bo îsbatkirina hebûn û parastina pêkhateyên herêmê ye.
Welatiyan gotin: Armanca Tirkiyê dagirkerî ye, lê armanca me jî pûçkirina plana wê ye.Nêzîkî du meh in li Bendava Tişrînê, şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk QSD û şervanên YPJ ji bo şikandina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê, li ber xwe didin.
Berxwedana dîrokî ya ku şervanên QSD û YPJ nîşan didin, roj bi roj rastî piştgirîyek mezin ji gelê herêmê tê.
Welatiyên taxa Şêxmeqsûda Şerqî ya Helebê, piştgiriya xwe ji berxwedana bendava Tişrînê re nû kirin û spasiya şervanên QSD’ê, YPG’ê û YPJ’ê yên ku tevahî Sûriyê diparêzin kirin.
Welatiyan di nava axaftinên xwe de destnîşan kirin ku operasyonên QSD’ê li hember çeteyan dikin di çarçoveya bersivdayîna rewa de ne.
Ji destpêka êrîşên dewleta Tirk a dagirker ve ên li ser Bendava Tişrînê û derdora wê, bi dehan sivîlên ku parastina bendava xwe dikirin bûn hedefgirtinên rasterast û jiyana xwe ji dest dan.
