YEKÎTIYA JINÊN CIWAN A MINBICÊ BI CIVÎNEKÊ KOMPLOYA LI DIJÎ RÊBER APO ŞÎROVE KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Yekîtiya Jinên Ciwan a kantona Minbicê, ji bo şîrovekirina bûyerên komploya navneteweyî ya ku ji aliyê hêzên hegemonîk ve li dijî Rêber Abdullah Ocalan hate kirin, civînek li dar xist.
Civîn li Salona Çand û Hunerê ya Minbicê pêk hat û tê de Jinên Ciwan ên Minbicê û jinên saziyên Rêveberiya Xweser amade bûn.
Di civînê de sînevîzyonek li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat nîşandan û piştre ji bo bilindkirina têkoşînê û rakirina pergala qirkirinê ya li Îmraliyê, nêrîn û pêşniyar hatin wergirtin.
Yekîtiya Jinên Ciwan tekez kir ku, heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO ew ê li ber xwe bidin.

Share This Article