RÊVEÇÛNA FESTÎVALA EL-HEDEF LI QAMIŞLO BERDEWAM E

Rojava Tv
1 Min Read

Li bajarê Qamişlo heyama 3’ê rojan e Festîvala El Hedef a Kirînê ya 1ˊyemîn di nava pêşwaziya girseyî de birêve diçe.

Festîval bi pêşkêşkirina hejmarek ji pêşandanên kêfxweşî û werzîşê û beşdariya 25 dikananên bazirganiyê, dewam dike.

Wê çalakiyên festîvalê heta 19ˊê Tîrmehê bidomin.

Piştî heft mehan ji Zehmetî -koçberî û buyerên siyasî ku li ser Rojavayê Kurdistanê derbas bûn, wekî behnvedanekê bi destpêkirina werzê havînê re, ji bo welatiyan festîvalek bi navê EL-Hedef bi armanca bazirganî û firotinê li parka Azadî ya bajarê Qamişlo hatiye lidarxistin.

Festîval 14 mehê dest pê kir û dê heta 19 vê mehê berdewam bike.

Festîval rojane deriyê xwe ji seat 6 ta 12 şevê li pêşiya serlêderan vedike.

25 firoşgehên bazirganî û berhemên destan beşdarî festîvalê bûne.

Şêranî – Xwarin – vexwarin- berhemên destan û cil û berg, her wiha çalakiyên werzîşê di festîvalê de tên pêşkêşkirin.

Beşdrên festîvalê ji Rojava TV re raman û armanca xwe ji beşdarbûna wan di festîvalê de anîn ziman.

Festîval bi coş u xiroşeke germ ji aliyê xelkên bajarê Qamişlo – Amûdê – Girkê Legê û Dêrikê û bi amadekarî û serpereştiya kampaniya Rcell û Tetbîqa Mesarî de bî rêve
diçe.

Share This Article