DÎLGIRTÎ KAWA TAHIR BEHSA BERXWEDANIYA XWE DI ZINDANÊN HIKUMETA DEMKÎ DE DIKE

Rojava Tv
2 Min Read

Kawa Tahir, yek ji dîlgirtiyên ku di koma 4’emîn ku di zindanê hikumeta Demkî ya Sûriyê de bû, serbest hat berdan.

Hevkara me Nûvîn Elî serdana mala Kawa kir û li rojên Kawa yên di zindanê de guhdar kir û ji bo me ev rapor hazir û amade kir.

Kawa ji Rojava Tv re got, tevî kiryarên dijwar yên hikumeta Demkî li dijî wan, lê ew tu carî berxwedaniya xwe nesekinandin.

Ev koma 4’emîn ji dîlgirtiyên ku di bûyerên dawî yên di navbera QSD’ê û hikumeta Demkî de 17’ê Çileya 2026’an de rû dan, serbest hatin berdan.

Di vê koma 4’emîn de nêzî 232 dîlgirtî serbest ji zindanên hikumeta Demkî li gorî peymana 29’ê Çileyê hatin berdan.

Derbarê vê yekê de şervanê QSD’ê Kawa Tahir yek ji wan dîlan ku bi 10 hevalên xwe re li Dêrazorê hatibûn girtin, di vê komê de serbest hat berdan.

Kawa ji Rojava Tv re behsa serpêhatiyên xwe, rojên dijwar ên ku di zindanê de jiyan kirine û kiryarên dermirovî yên di derheqê wan de li zindanê pêk hatine, dike.

Dayika Kawa û zarokên wî jî piştî 4 meha ji dîlgirtina wî, çavê wan bi vegera Kawa ronî dibe û dilê wan rehet bûye.

Dayika Kawa kêfxweşiya xwe bi vegera lawê xwe anî ziman û soza xwe li gel malbatên dîlgirtî nû dike ku ew ê li ser piya be û daxwaza serbestberdana tevahî şervanan bike.

Berdana dîlgirtiyan ji 10’ê Adarê ve dest pê kiriye. Heya niha 4 kom ji dîlgirtiyan hatin berdan û hejmara wan 1032 dîl serbest hatin berdan.

Lê tevî wê jî, heta niha çarenûsa bi sedan ji şervanê QSD hem windayî û hem dîlgirtî ne xwiya ye.

Share This Article