Encumena jin a partiya sûriya paşerojê li kantona Şehbayê bi armanca bilindkirina asta şerê gelê şoreşgerî di nava civakê de, panelek li dar xist.
Panel bi beşdariya tevahî jinên di sazî û dezgehên Rêveberiya xweser de li hola Şehîd Axîn a li navçeya Fafînê hate lidarxistin.
Di panelê de mijara rastiya gelê şoreşger û rola jin di şerê gelê şoreşgerî de hate nirxandin û ji aliyê beşdaran ve nîqaş li ser hate kirin.
Beşdaran diyar kirin ku ji bo biserxistina şoreşê û têkbirina dagirkeriya li Efrînê û tevahî xaka sûriyê pêwîstî bi şerê gelê şoreşgerî heye.
