Xwarin li xwaringeha parka Azadî ya li bajarê Qamişlo pêk hat.
Bi dehan nûnerên Rêveberiya Xweser û kesayetên oldar ên li herêmê beşdar bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Cîgira Hevserokê Meclîsa Cîbcîkar a kantona Cizîrê ج Endamê Kongra Îslama Demokratîk ve hat kirin.
Di axaftinan de bixêrhatina beşdaran hat kirin û spasiya Rêveberiya Xweser hat kirin, her wiha bal hate kişandin li ser hevgirtina pêkhateyên li herêmê.
Piştî axaftinan fatîha hat xwendin û beşdaran fitura xwe vekirin.
