Tevî êrîşên rojane yên dewleta Tirk a dagirker, dîsa jî jinên navçeya Eyn Îsayê bi girseyî ji bo 8’ê adarê herikîn qadan û soza bilindkirina têkoşînê dan.
Meş bi pêşengiya komgra star û bi beşdariya bi sedan ji jinên navçeyê, li gel mizgefta Mezin a nava bajêr dest pê kir û li qada Şehîd Cûdî veguherî mitîngê.
Jinan di meşê de wêneyên Jinên Şehîd ên pêşeng û dirûşmeyên azadî û tolhildanê berz kirin.
Di meşê de endama Kordînasyona KOngra Star a Herêma Firatê Alcîn Salim axivî û cejna 8’ê adarê li tevahî jinên kedkar pîroz kir.
Her wiha got jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi herikîna şoreşa 19’ê tîrmehê re mohra xwe bi fedekarî li tevahî qadan xistine.
