Ofîsa Firneyan a Rêveberiya Xweser têkildarî bihakirina nan îro, kongreyeke çapemeniyê li Hesekê lidarxist
Piştî civîna Rêveberiya giştî ya sotemeniyê û Ofîsa firneyan, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara zêdekirina rêjeya ard ji bo hemû firneyan da.
Îro Ofîsa Firneyan a Desteya Aboriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku bersiva pirsên têkildarî zêdekirina rêjeya ard û makanîzmeya belavkirina ard de, bide kongreke çapemeniyê li bajarê Hesekê lidarxist.
Di kongreyê de hat diyarkirin ku Ofîsa firneyan hewcedariya firinan ya ard pêk tîne.
Her wiha hat gotin, Ofîsa Firneyan dê 689 firneyên nan yên herêmê di navbera siyahî û normal de dabeş bikin.
Derbarê mijarê de, Hevserokê Ofîsa Firneyan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kedîm El-Îdan ji Rojava TV re diyar kir ku ew hewl didin nan bi kalîteyeke baş bidin xelkê.
OFÎSA FIRNEYAN: EM HEWL DIDIN NAN BI KALÎTEYEKE BAŞ BIDIN XELKÊ
