Meclisa Sûriyeya Demokratîk a Minbicê, platformek bi sernavê “Çalakiya neteweyî di navbera armanc û kêşeyan de” ji çalakvanan re li dar xist.
Di platformê de, kesayetên siyasî yên serbixwe, nûnerên partiyên siyasî, nivîskar û rewşenbîrên Minbicê beşdar bûn.
Di platformê de çareserî û astengiyên li pêşiya diyaloga Sûrî-Sûrî, her wiha çawaniya nêzîkbûna hemû gelên Sûriyê ji bo çareserkirina kirîzê, hatin gotûbêjkirin.
Gotûbêjan tekezî li ser wê yekê kirin ku cîbicîkirina biryarên Konferansa Çaremîn a Meclisa Sûriyeya Demokratîk, bingeha çareseriya giştî ya Sûriyê ye.
MECLÎSA SÛRIYA DEMOKRATÎK PLATFORMEK LI MINBICÊ LI DAR XIST
