Meclisa Şehîd Hêlîn Cûdî ya Reqayê perwerdeyeke îdeolojî ji bo endamên komîn û meclisan vekir.
Bi dehan endamên komîn û meclisên Reqayê beşdarî perwerdeya îdeolojî bûn.
Di perwerdeyê de dê paradîgmaya Rêber APO were şîrovekirin û ji bo cîbicîkirina wê, nîqaş werin kirin.
Her wiha dê behsa mijarên xurtkirina kesayet û avakirina pergaleke wekhev jî were kirin.
Dewreyê navê Şehîd Ferhad Dêrik li xwe girt û dê heyama çend hefteyan dewam bike.
Sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser bi awayekî berdewam perwerdeyên hevşêwe li seranserî herêmê li dar dixin.
