XELKÊN KOBANÊ BI MERASÎMEKE GIRSEYÎ CENAZEYÊ APÊ NEMIR OXIR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi hezaran xelkên kantona Firatê ji sembolên berxwedana Kobanê Şehîd Apê Nemir bi merasîmeke bi heybet oxir kirin.
Şêniyan Cenazeyê şehîd Apê Nemir bi dirûşmên “Şehîd Namirin” ber bi goristana Şehîd Dîcle ya li bajarê Kobanê ve birin.
Di merasîma oxirkirinê de li ser navê Fedrasyona Gaziyên Şer a Kantona Firatê, Tevgera Jin, Meclisa Leşkerî ya Kantona Firatê axaftin hat kirin.
Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hat xwastin û soza şopandina rêya şehîdan hat dayîn.
Di axaftinan de hat gotin, Apê Nemir bû mînaka berxwedana sedsalê ya Kobanê.
Paşê wesîqeya şehîd hat xwendin û cenaze bi dirûşman hat veşartin.
Xelkên Firatê piştî merasîma oxirkirinê herikîn bin konê sersaxiyê yê şehîd Apê Nemir ku li taxa Kaniya Kurdan hatiye vedan.

Share This Article