Rêveber û endamên Hêzên Parastina Civakî HPC’ê yên kantona Şehbayê ji bo parastina aramî û ewlehiya civakê bênavber di nava xebatê de ne.
Rêveber û endamên HPC’ê diyar dikin ku ew ji bo rêxistinkirina civakê bizava xwe berfirehtir dikin.
Hêzên Parastina Civakî HPC yên kantona Şehbayê ji bo parastina ewlekarî û aramiya bajêr, bê navber di nava xebatê de ne.
Endamên HPC erk û berpirsyariya parastina civakê, xurtkirina pergala xweparastin û şerê gelê şoreşgerî hilgirtine ser milê xwe.
Rêveberên HPC’ê yên kantona Şehbayê diyar dikin ku ew ji bo rêxistinkirina civakê di nava bizav û tevgerê de ne.
Her wiha Endamên HPC’ê dan zanîn ku, ji her tiştî zêdetir pêwîstiya civakê bi xurtkirina rihê şerê gelê şoreşgerî heye.
Hêzên Parastina Civakî yan jî Cewherî ji destpêka şoreşa 19’ê Tîrmehê ve hatiye damezirandin û di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî de civakê diparêze û perwerde dike.
