Meclîsa malbatên şehîdan a bajarê qamişlo îro bi merasîmekê şehîdên meha kanûn û çileyê bi bîr anî.
Merasîm bi beşdariya bi sedan welatiyên bajarê qamişlo, endamên saziyên rêveberiya xweser, TEV-DEM li goristana şehîd delîl saroxan hat lidar xistin.
Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê partiya yekîtiya demokratîk PYD axaftin hat kirin.
Di axaftinan de soza şopandina rêya şehîdan hat dayîn her wiha piştgiriya bi QSD’ê re hat piştrastkirin.
Axêveran anîn ziman ku, ji bo parastina destkeftiyên şehîdan ew ê li gel QSD parastina axa xwe bikin.
merasîm bi xwendina wesîqeyên şehîdan bi dawî bû
MALBATÊN ŞEHÎDAN A QAMIŞLO ŞEHÎDÊN MEHA KANÛN Û ÇILEYÊ BI BÎR ANÎ
