Bi boneya 30’ê Tebaxê roja cîhanî ya wendahiyên bi darê zorê, Platforma malbatên wendahiyan ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Reqayê çalakiyek li dar xist.
Bi dehan endamên saziyên Rêveberiya Xweser, malbatên wendahî û qurbaniyan tevlî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de pêşangeheke taybet bi wendahiyên şer hate vekirin û wêneyên qurbaniyan hatin pêşandan.
Di çalakiyê de axaftin li ser navê Platforma malbatên wendahiyan hate kirin û hate gotin, ew doza wendahiyan dişopînin.
Her wiha hate diyarkirin, heta çarenivîsa temamê wendahiyan were dabînkirin ew ê bixebitin.
