Meclisa Ol û Baweriyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sernavê “bawerî û welat: hevkarî ji bo dadwerî û aştî di sûriya nû de” komxebateke lidarxist.
Komxebat bi amedebûna kesayet û nûnerên olî yên ji ol û baweriyên cuda, rewşenbîr, akadîmsen, kongra star, çalakvan û xwendekarên Zanîngeha Rojava, li hola Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo pêk hat.
Mijarên wekî “Jin di navbera ol û rastiyê de, Aştî di navbera ol û baweriyan de,Dadwerî di olan de her wiha Pirrengiya etnîkî û olî ji aliyê olan ve hatin nirxandin û nîqaşkirin.
Di nîqaşan de rewşa Sûriyê ya heyî hate nirxandin û behsa avakirina Sûriya pêşerojê li ser bingeha hembêzkirina hemû ol, bawerî û neteweyên li Sûriyê hate kirin.
Hat gotin ku ol ji yezdan re û welat ji her kesî re ye, divê welat bi rêbazên weke zanebûn, demokratîk, pirrengî û wekhev were avakirin.
