Bi hêviya vegera bilez û bidawîanîna dagirkirina axa wan, koçberên Serêkaniyê li ber avahiya parêzgeha Hesekê xwepêşandan kirin û daxwaza mafê xwe yê rewa kirin.
Koçberan gotin: “Em jî weke xelkên Efrînê, bi hêvî ne ku şahî li bajarê me serwer bibe û em bibînin ku Serêkaniyê careke din xelkê xwe hembêz dike”.
Mîna koçberên Efrînê, koçberên Serêkanîyê jî piştî salan ji koçberiyê dixwazin bi ewlehî vegerin malên xwe. Lêbelê, gelek astengî li pêşiya vê yekê hene.
Li gorî vê yekê, niştecihên koçberên Serêkanîyê îro sibê li nêzîkî avahiya Parêzgeha Hesekê xwepêşandanek li dar xistin û daxwaza mafê vegera ewle bo bajarê xwe kirin.
Xwepêşanderan tevî germahiya zêde, pankartên ku li ser wan nivîsandibûn “Em ji jiyana di konan de bêzar bûne” bilind kirin û bi tevahiya dengê qîr kirin “Bila dagirker ji xaka me derkevin”.
Ji aliyê xwe ve, parêzgar Nûredîn Ehmed guh da peyam û daxwazên xwepêşanderan û ji wan re piştrast kir ku hewl û xebat ji bo afirandina şert û mercên pêwîst ji bo vegerê berdewam dikin.
Tevî sozên hatine dayîn û şertên eşkere yên peymanên hatine îmzekirin jî, gelê Serêkaniyê hîn jî li bendê ku gotin bibin rastî û li ser rûyê erdê werin pêkanîn.
